Diyarname
Ji Geverê her gav agahiyê şer û pevçûnan dihatin. Vê carê agahiyeke xweşik, dîmenen xweşik li ber destê me ye.
Bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Esat Canan, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr Ferzende Yilmaz, Şaredara Berê ya Geverê Rûken Yetişkin, nûnerên MEYADER, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din Parka Avaşîn, Parka Zarokan a Solîn, Pirtûkxaneya Şaredariyê, Pira Aştiyê, Pira Azadiyê, Piştgirîxaneya Perwerdehiyê ya Şaredariyê hatin vekirin û hin rêyên hatine çêkirin jî pêre...
Ev wêne jî ji wan parkan yek e ku niha bûye para Foto-nûçeya me.


