Diyarname
Roja 24'ê mehê maça di navbera Diyarbekirspor û Fenerbahçeyê de dê li Amedê bê lîstin. Bilêtên maçê roja pêncşemê têne firotin..
Diyarbekirsporê dest bi amadehiyên ji bo maça bi Fenerbahçeyê kir. Di ware ewlehiyê de jî ewlehiya ku her hefte di maçan de tê girtin zêde kirin û derxistin asta du qatî.
Serokê Kuluba Diyarbekirsporê Sumer Çetin da zanîn ku ji bo bilêt di karaborsayê de neyên firotin û temaşevan nekevin zehmetiyê ewê roja pêncşemî dest bi firotina bilêtan bikin û hindik hindik dê bilêtan bifroşin.
Sumer her wiha bang li temaşevan jî kir ku di maçê de tu xirecir dernekeve.
Maça Diyarbekirspor û Fenerbahçesporê roja 24'ê vê mehê (roja duşemê) dê saet 21.00'ê de bê lîstin.