Diyarname
Ji bo fînala Kûpaya Lîga Şampiyonan bi taybetî çavên spanyol û îtalyanan, bi giştî çavên dinyayê li Cardiff a Gallerê bû. Tîma Spanyayê Real Madrid û tîma Îtalyayê Juventus hatin ba hev. Real Madrîdê bi 4-1 maç bi dest xist û bû Şampiyonê Şampiyonan.
Di maçê de Ronaldo 2 gol, Casemiro û Asensio golên R.Madridê avêtin. Tekane gola Juventusê Mandzukiv avêt.
Hin astîtîstîk
- Nêzî 220 hezar fûtbolhez ji bo maçê çûbûn Cardiffa Gallerê. Yên karibûn herin stadê çûbûn, yên nekaribûn li derve bi awayekî temaşe dikirin.
- Tê texmînkirin ku li dor 350 mîlyon kesî li maçê temaşe dike.
- Di sala 1998'an de her du tîm dîsa hatibûn hemberî hev û Real Madrîdê kûpa girtibû.
- Juventus ku heta fînalê tenê du gol xwaribû û bi vî awayî hatibû finalê, lê di fînalê de çokên wê şikiyan: Tam 4 gol xwarin.
- Juventusê heta niha 9 caran derketibû fînalê tenê 2 caran (1985 û 1996) ev kûpa bi dest xistibû.
- Juventus herî dawî 2 sal berê derketibû fînalê û li hemberî Barselonayê têk çûbû. Vê carê li hemberî Real Madrîdê têk çû.
- Juventus yek ji tîman herî zêde di fînalan de têk çûye ye. Ligel vê jî di 10 fînalan de têk çûye û ligel vê bû 5 fînalên dawî ku di yekê de jî bi ser nakeve.
- Real Madrîdê par jî ev kûpa girtibû û bi vê bû du caran ser hev de Kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest dixe. Ev yek rekor e, heta niha tu tîmî du salan ser hev de ev kûpa bi dest nexistiye.
- Real Madrîd tam bû 12 caran bi ser dikeve û kûpayê bi dest dixe. (Heta niha di van salan de ev kûpa girtibû: 1956, 1957, 1958, 1959, 1960, 1966, 1998, 2000, 2002, 2014, 2016). Madrîd di van salan de jî di finalê de têk çûbû: 1962, 1964 û 1981.
- Real Madrîd di dîroka xwe de di 5 fînalên xwe yên de bi ser ketibû, ev bû 6 fînal.
- Teknîk Dîrektorê Real Madrîdê Zinedine Zidan bû du caran ser hev de vê kûpayê digire; Tîma wê Real Madrîd jî wisa.
- Zîdan hem wekî lîstikvan (di sala 2002'yan de) hem wekî cîgirê teknîk dîrektor (D isala 2014'an de cîgirê Carlo Ancelotti) û hem jî teknîk dîrektor (2017) vê kûpayê digire. Bi vê ket nava kesên hem wekî lîstikvan, hem wekî teknîk dîrektor vê kûpayê digire.
- Madrîd bû sê caran hem di lîga xwe de, hem di Lîga Şampiyonan de dibe şampiyon (1956-57, 1957-58 û 2016-17).
- Real Madrîd di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de sînorê 500 golan derbas kir. Îro bi 4 golan tam bû 503 golan di vê lîgên UEFA'yê de diavêje.
- Real Madrîd tam bû 65 maç di hemû organîzasyonan de ser hev de golan diavêje.
Îstatîstîkên Ronaldo
- Lîstikvanê Real Madridê Ronaldo îro 2 gol avêtin û di Lîga Şampiyonan de bû 12 gol ku rekorê digire destê xwe.
- Ronaldo bû 5 caran dibe kesê herî zêde di vê şampiyoniyê de golan diavêje (2012-13, 2013-14, 2014-15, 2015-16.
- Ronaldo bû sê fînalên cuda ku di wan de golan diavêje, bi vê rekor ket destê wî. Heta niha tu lîstikvanî di sê finalan de gol neavêtibû. Ronaldo bi formaya Manchester United (2007-08) di fînalê de gol avêtibû Chelsea, bi formaya Real Madridê (2014) gol avêtibû Atletico û niha dîsa bi formaya Madridê gol avêt Juventusê.
- Her wiha Ronaldo îro wekî Lîstikvanê Herî Serketî yê Maçê hat hilbijartin.
- Ronaldo bi her du golên îro avêtin di dîroka xwe de bu 600 golî diavêje.