Diyarname
Hunermend Îlkay Akkaya dê dest bi rêzekonseran bikira lê yek bi yek konserên wê têne betalkirin. Piştî Mêrdînê vê carê konsera wê ya li Rihayê hat betalkirin.
Beşa Midûriyeta Karên Hiqûqê ya Walîtiya Rihayê bi gotina “Çalakiya konserê ji aliyê ewlehiya giştî, pergala raya giştî, emniyet û asayîşê ve guncav nehatiye dîtin” destûr neda konserê. Akkaya roja 25’ê mehê dê li Rihayê konsera xwe pêşkêş bikira.
Konsera Akkaya ya li Mêrdînê jî divê roja 24’ê mehê li dar biketa lê Walîtiya Mêrdînê destûn neda konserê.
Îlkay Akkaya piştî biryara qedexeya konsera li Mêrdînê ji ser tora civakî re gotibû “Qedexeyeke din li qedexeyan zêre bû û wisa diyar e dê zêdetir bibin. Di 34 salan de gelek caran ez rastî vê hatim. Di sehneyê ez lê bûme de min tenê stranên wekhevî, edalet, hezkirin û azadiyê anîne ziman. Heta ji min hat min kir ku ev hest bigihîje qadeke berfireh. Ji niha û pêde jî ezê wisa bikim. Ev rê rêya min e û ez dê qet dev jê bernedim.”
Li aliyê din konsera Akkaya ya li Edeneyê jî hatibû qedexekirin.