COLEMÊRG
Heyeta KCD û DBP'ê ya ji ber şerê di navbera du erîşên Colemêrgê de pêk hatin bajar ziyaret kirin bi slogana "Bijî Yekîtiya Colemêrgê" hatin pêşwazîkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr têkildarî mijarê axivî û wiha got: "Em ne yek û du eşîr in, em malbateke ji 40 mîlyonî pêk tê ne."
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo li Colemêrgê ji ber şerê di navbera du eşîran de derket û kesekî jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike çû Colemêrgê û heyet bi girseyî hate pêşwazîkirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk Fadil Bedîrhanoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr, Parlementerê berê Hamît Geylanî, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdav, Hevşaredara Ebexê Suna Atabay, Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz, Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Abdulkerîm Sayan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Musa Îtah di heyetê de cih digirin.
Heyet di ketina bajar de ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê û navçeyan, parlementerên Colemêrgê Adîl Zozanî û Esat Canan, Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Gever û Colemêrgê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tevlî pêşwaziyê bûn. Konvoy li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê rawesta û pankrata "Ji bo şeref û rûmeta neteweyî em xwedî li berxwedana Rojava derketin" dest bi meşê kirin û sloganên "Bijî yekîtiya Colemêrgê" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin.
'Bûyerên li navenda berxwedanê em xemgîn kirin'
Girse heya ber şaredariyê meşiya û piştî meşê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr, diyar kir ku ji ber bûyerên li Colemêrgê pêk hatin gelek xemgîn in û wiha got: "Di keleha berxwedanê Colemêrgê de ji ber şerê biratiyê mixabin me birayeke xwe winda kir. Ji ber vê yêkê em gelek gelek xemgîn in."
'Sedan sal in hewil didin tovê nîfaqê biçînin'
Baydemîr, anî ziman ku bi sedan salin hewil didin di navbera gelê kurd de tovê nîfaqê û şerê biratiyê biçînin û wiha axivî: "Yên li Colemêrgê van rojan pêktên ev e. Ez weke ewledeke kurd destê hemû dayîkên aştiyê û we yek bi yek maç dikim." Baydemîr, da zanîn ku gelê Colemêrgê di têkoşîna azadiyê de xwedî kedeke gelek girîng e û wiha pê de çû: "Hûn sed salin ji bo azadiya xwe bedelan didin. Di 40 salên dawî de jî gelek êş we kişandin. Berê xwe bidinê niha Rojava ber xwe dide. Başur ber xwe dide û Bakur ber xwe dide."
'Em malbatek ji 40 mîlyonan pêk tên e'
Baydemîr, xwest ku bûyera nexweş careke din pêk neyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hêviya min ji we ew e ku carek din wisa tiştek neyê jiyîn. Heke kurd kurdî bikuje li cem me cihê wî cehenem e. Em hemû kurd in û malbateke ji 40 mîlyonan in." Baydemîr, bang ji Dayîkên Aştiyê û dayîkên endamên HPG û PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan ji wiha kir: "Banga mi ji bo dayîkên şehîdan. Zarokên we ji bo vê eşîrê û wê eşîrê jiyana xwe ji dest nedan. Wan ji bo azadiyê jiyana xwe dan. Em êdî ji bo azadiya xwe bixebitin."
Malbata Mustafa Er hate ziyaretkirin
Piştî axaftinê heyet çû mala Mustafa Er ê ku jiyana xwe ji dest da û sersaxî li malbatê da. Di dema ziyareta taziyeyê de xebatkarên çapemeniyê ziyaret neşopand. Hate hînbûn ku heyet dê pişt re têkildarî mijarê de civînan li dar bixin.
DÎHA
**
Nûçeyên eleqedar:
- Heyeta KCD - DBP'ê diçe Culemêrgê
- Li Culemêrgê banga aramiyê hate kirin


