Diyarname
Li Spanyayê çalakiyeke balkêş: Li vê sînemayê temaşevan tazî bûn.
Li sînemaya Lys ya Valensiyayê û li sînemaya Ggirona ya li Barslonayê çalakiya fîlman a nudîst (tazî) hat li dar xistin.
Mesele wisa çêbû:
50 temaşevan girtine sînemayê. Perde vedibe, çenteyên xwe datînin, kincên xwe derdixin, xewliyên xwe li ser kursiyan radixin û bi awayekî tazî li cihê xwe rûdinin. Berî ku lembe bitemirin ligel heval, dost û cîranê xwe sohbete dikin. Paşê fîlm dest pê dike û bi vî awayî lê temaşe dikin.
Ev çalakî yekşema borî (15'ê mehê) li dar ket. Beşdaran li fîlmê derhêner Marisa Crespo û Moises Romero ê bi navê "Tu no eres yo" temaşe kirin.
Li aliyê din heman çalakî divê li Madridê jî li dar biketa, lê çalakiya li wê derê betal kirin.
Li Spanyaye bi navê Komeleya Naturist a Valensiyayê heye ku vê komeleyê piştgirî dabû vî fîlmî, çalakî jî wan li dar xist. Kesên ev çalakî li dar xistine gotine ku ew dixwazin çalakiyên wisa zêdetir bikin.


