logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Aşa êşên jinan

Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina j

  • Dîrok: 27/04/2022
  • Beş: Serbest

Dilbirîn DILO

Bêguman ewilînê edebiyatê ji êşan diwelide û hê bi dû re ew edebîyat xeşik dibe û dibe edebiyata xweşbîniyê. Her wiha êş bi jiyana jinê dest pê dike û li mirovahî û gerdûna hiş belav dibe.

Jin! Maka jiyanê ye, jiyan ji nav rana jinê der dikeve holê û bi destê jinê tê honandin. Wekî her warî huner û wêje jî bi êşa jinê û bi honandina jinê xwe dide der. Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina jinê dest pê kiriye, çimkî berî her tiştî jin hebû.

Me got jin maka jiyanê ne, maka ferheng û zanîna min jî ji dê û pîra min û çend jinên di jiyana min de xwedî çandek dewlemend in. Ev jin bi gotinên xwe yên entîke û stran û xeberoşkên (çîrçîrok) xwe bûn bingeha çanda wêjeya me.

Jixwe birêz Yasemîn Elban jî bi nivîsa xeberoşkan ji bo zarokên kurd bû dê/pîr.

Jinên kurd jî bi rêveberîya Yasemîn Elbanê projeyeke nûh (20 jin 20 çîrok "Antolojîya êşên jinan") dan pey diya wêjekar û nivîskar Mensûre Erdelanî û ji bo êşên xwe, êşên jinan bînin ziman pênûsên xwe livandin û wekî pirtûk di Weşanên Na de weşandin.

Di vê projeyê de mijarên serhildêriya jinê ya li hember mêr, protestoya çanda baviksalarî, evîn, rewşa jinên êşkêş, rewşa civaka bi destê mêr hatiye qirêj kirin hatine nivîsandin. 

Tiştên balkêş û taybetiyên din yên vê projeyê/pirtûkê jî ev in; 

1) Em di vê projeyê de portreyên nivîskarên cur bi cur dibînin, wekî nivîskarên bi dehan sala ne dinivîsin yên nûh dest bi nivîsê jî kirine hene. Ev nîşaneya welûdbûna edebiyata kurdî ye.

2) Di vê pirtûkê de 18 çîrokên kurmancî, yek soranî, yek jî kirmanckî/zazakî heye, ev jî nîşan dide ku projeyek  pirzaravayî ye.

3) Em di vê pirtûkê de lîqayê jinên nivîskar yên ji bakur, başûr, rojava û yên dîasporayê dibin ev jî dide nîşan ku amadekarên vê pirtûkê ji bo nûnerên temamê jinên kurd di projeyek de bibin ba hev xwe êşandine û êşa wan jî fêkiyek xweşik daye destê me.

4) Her çiqas amadekaran mijara çîrokan diyar nekiribe jî em dibînin jinên nivîskar nûneriya temamê jinan kirine, bi êşê çîrokên xwe nivîsandine.

5) Di edebiyata kurdî de projeya ewil e ku ew qas jin bi çîrokên xwe tev lê bûne.

6) Herçiqas nivîskar jin bin jî bi honandina hin qerekterên mêr bûne tercumanê êşên mêran jî,  ev yek jî teza mina "jin maka jiyanê ye" destek dike.

Dema min ev pirtûk xwend pir pir kêfxweş bûm ji ber ku ev pirtûk bû sîleyek û li rûyê edebiyata nêr ket. Di pirtûkê de çîrokên gelek xweş hebûn ku ez jî bi wan çîrokan bi êşa diya xwe hesiyam! Di hinan de ez jî bûm jin min ji zarokên xwe re lorikên bi êş gotin. 

Ez vê kêmasîyê jî nebêjim nabe, di hin çîrokan de xeletiyên redekte û edîtoryal jî hene hêvî dikim di çapên pêşerojê de ew bên sererast kirin.

Spasî ji bo jinên kedkar, spasî ji bo jinên xemxwir, spasî ji bo bîst leheng/nivîskarên vê pirtûkê.

dilbirindilo40@gmail.com

 

***

Nûçeya Eleqedar:

-

 

Antolojiyeke nû: Ji 20 jinan 20 çîrok

 

 

 


*
**

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com             

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

TZP Kurdî bi 'Dibistanên Azad' dersên xwe li kolanan dide

ad

Li Çewligê 9 rojnameyan biryara yekîtiyê dan

ad

30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn

ad

Feqiyê Teyran û neviyê wî

ad

Omer Dilsoz êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

ad

Dosta kurdan Danielle Mitterrand wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname