logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Çîroka Newrozê hate nivîsandin

Em dibêjin bi hezaran sal e ku Newroz heye. Lê di warê zanistî de em zêde tiştan pê nizanin. Li ser vê pirtûkek derket.

  • Dîrok: 14/04/2008
  • Beş: Berhem

 

Cemil Oguz

Em dibêjin bi hezaran sal e ku Newroz heye. Em dibêjin roja serhildanê ye, hatine biharê ye, cejna kurdan e lê em derbarê wê de zêde tişteke zanistî nizanin. Û di vir de valiheyeke heye. Niha lêkolînvan M. Siraç Bilgin pirtûkeke bi navê “Newroz” nivîsand û ev valahî dagirt. Pirtûka Bilgin ji Weşanên Do derket.

Hinek dibêjin du Newroz cejneke du hezar salî ye, hinek dibêjin Cejna Rojhilata Navîn e, hinek dibêjin hatine bihadê, hinek wekî roja serhildanê bin av dikin. Heta niha bi şirove û nivîsên bi vî rengî qala Newrozê hate kirin. Nihan got Kawa, Dehak, hinan tiştinên din gotin, lê zêde ji aliyê zanistî ve lê nehate nêrîn, tiştên zanistî nehatin pêşkêşkirin, tiştên di vî warî de hatin gotin jî bela wela bûn, kêm bûn. Niha M. Siraç Bilgin pirtûkeke bi navê “Newroz”ê nivîsand û li ser Newrozê, dîroka Newrozê, bikaranîna wê ya di nav dîrok û berheman de bi awayekî berfireh pêşkeş kir.

Bilgin li ser amadekirina pirtûkê wisa dibêje “Ez li ser Mîtolojiya Medan û nivîsên wan sekinîm, min koka Newrozê, wateya ku kurdan lê bar kiriye û xweseriya vê cejnê derxist holê û ev berhem amade kir” û heta kiriye lêkolîna xwe berfireh kiriye.

Heka niha dihat gotin ku gotina Newrozê ji Avestaya Zerdeştî hatiye lê Bilgin vê yekê piştrast nake û dibêje, “Wekî peyv di Avestayê de Newroz nîn e, lê motîfên Newrozê wekî Dehak, Cemşîd, Feridun, Kawa, Agir hene. Hin beşên Avesta winda ne, mimkûn e wekî gotin di van beşan de hatibe gotin.” Bilgin vê yekê dispêre “Avestaya Ciwan” û wisa dibêjin; “Hem di ‘Avestaya Ciwan’ de hem di Zarahuştra de ku ev paşê hatine nivîsandin Newroz heye”

Û ji pirtûkê hin agahiyên balkêş ên li ser Newrozê:
- Rêxistinên kurd û şexsiyet di nivîsên xwe de diyar dikin ku Newroz Berî Mîladê di sala 612’yan de li dar ketiye, lê tişteke wisa nîn e û bi ser de jî bûyerên dîrokî yên wê salê şaş têne pêşkêş kirin.
- Min agahiyên dîrokî û yên modern dan berhev û min teqez diyar kir ku Newroz cejna kurdan e.
- Nêzîktêdayînên ‘Newroz li Rojhilata Navîn dihat pîrozkirin’, ‘Newroz Cejna Rojhilata Navîn e’ şaş in. Newroz ne cejna hemû Rojhilata Navîn e.
- Di serdema hatina Îslamiyetê de Newroz hebû, cejna kurdan bû û ev yek di peymanên di nav bera kurdan û rêveberên Îslamê de hatine kirin de jî hatiye diyarkirin.
- Di zimanê medî de Newroz ji peyvên “Nava” û “Roaca” tên, ev peyv di serî de zazakî û di zaravayên din ên kurdî de jî hene, wekî “newe” û “roc”.
- Helbestvanê navdar Omer Heyyam di berhema xwe ‘Newrozname’ de agahiyên li ser Newrozê pêşkêş kirine. Gotiye Ferîdûnê kurd Dehaq dîl girtiye û kurdan ew roj wekî roja rizgariya ji deshilatdarê zalim ragihandiye. Ev nivîskarê faris bi awayekî eşkere diyar dike ku kurdan ev roj wekî cejn îlan kirişe.

Her wiha Bilgin di “Newroz”ê de li ser van xalan jî sekiniye: “Li gor Şerefxan Newroz”, “Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Newroz”, “Di Hawarê de Newroz”, “Li gor Îhsan Nûrî Paşa  Newroz”. Lêkolînvan Bilgin li ser fîgurên Newrozê yên wekî Cemşîd, Dehaq, Ferîdûn, Agir, Kawa sekiniye û ew yek bi yek nirxandiye. Dîsa li ser metodolojiya tirkan ku xwedî li Newrozê derdikevin jî sekiniye û rastiya meseleyê pêşkêş kiriye.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn

ad

Çapên nû yên pirtûkên Helîm Yûsiv derketin

ad

Karîkaturên 'Înce Memed' di vê pêşangehê de ne

ad

Li ser Festîvala Fîlman a Enqereyê agahiyên dawî

ad

Weşanên Can pirtûkên Mo Yan çap dike

ad

"Met Ust"a yekemîn derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname