Diyarname
Betalkirina maça basketbolê ya li Ûkraynayê, helwesta Zinchenko, rewşa Mbappe, qewirandina tenîskar Zverev, meseleya Formula ya li Rusyayê… Va ne ji qada sporê nûçeyên derketine pêş…
Maça baskebolê ya li Ûkrayna betal bû
FIBA’yê (Federasyona Baskebolê ya Navneteweyî) maça Kûpaya Cînanê ya Mêran a FIBA 2023’yan betal kir. Maç dê li Kîeva Ûkraynayê di navbera Ûkrayna û Spanyayê de bihata lîstin.
Maça hefteya 4’an a hevtêkbirinê gere 27’ê vê mehê bihata lîstin lê FBU’yê (Federasyona Baksetbolê ya Ûkraynayê) eşkere kır ku FIBA’yê maç betal kiriye. Cih nediyar e lê maç ji bo demeke din bi paş ve hat xistin.
Di Koma C de Spanya di du maçan de bi ser ketiye, Ûkrayna di maçek de. Maça sisêyan a komê di navbera her du tîman de roja 24’ê mehê li Cordobaya Spanyayê dê bê lîstin. Lê maça 4’an a komê ku li Kîevê dê bihata lîstin hat betalkirin.
Zinchenko dijî Rusyayê derket
Lîstikvanên Manchester City yhe bi navê Oleksandr Zinchenko ji ser hesabê xwe yê tora civakî re dijî Rusyayê daxuyanî da. Rusyayê her du herêm Donetsk û Luhanks wekî welatên serbixwe qebûl kirin. Li ser vê Zinchenko yê ku kaptanê tîma neteweyî ya Ûkraynayê ye wisa got, “Welatê min Ûkrayna aîdê ûkraynayiyan e û kes nikare wê bigire. Ez xwe bi paş ve nadim û fikra xwe dibêjim. Divê dinya li ber tiştên li welatê min diqewime bikeve. Welatê ku ez lê bûne, mezin bûme û di qada sporê ya navneteweyî de min rengên wê parastine. Welatê ku me dikir mezin û bilind bikin. Ev welatê ku bêyî sînorên wê biguherin divê wisa bimîne.
Zinchenko di tîma neteweyî ya Ûkraynayê de 48 caran lîstiye û 8 gol avêtiye.
Mbappe diçe Realê
Hat gotin ku lîstikvanê PSG’ê yê navdar Kylian Mbappe diçe Real Madrîdê. Peymana Mbappe ya ligel PSG’ê dawiya salê bi dawî dibe. lîstikvanî heta niha nexwestiye kontratê nû bike û goal.comê got ku Real Madrid bê berdêl dhe wî transfer bike.
Zverev bi raketê xwe êrîşê hakêm kir
Tenîskrê alman Aleksander Zverev piştî maçê hêrs bû, bi raket li dika ku hakêm li ser bû da, pêre jî gotin gotin. Li ser vê yekê ew ji tûrnûvayê hat qewirandin.
Tûrnûva li bajar”e Acapulco ya Meksîkayhe didome. Aleksander Zverev ligel partnerê xwe yê brezîlî Marcelo Melo di maça cotan de lîst û ew bi 6-2 û 4-6 têk çû. Piştî maçê Zverev bi ser hakêm de hêrs bû, çend caran bi hêrs raket li dika hakêm li ser e da. Zverev ku di beşa tenîsa mêran a dinyayê de di rêza 3’yemîn de ye ji ber vê kirina xwe ji tûrnûvayê hat qewirandin.
Zverev di tûrnûvaya 2019’an a Meksîka Vekirî de bûbû şampiyon. Di Olîmpiyatên Tokyo 2020’î de jî madalyaya zêrîn girtibû.
Formula 1 a li Rusyayê betal dibe
Beşa bernameya Formula 1 ya li Rusyayê niha di nîqaşê de ye. Hat îdîakirin ku ji ber xirecira di navbera Rusya û Ûkraynayê de bernameya li Rusyayê dê betal bibe. Li gor bernameyê divê rojên 23,25’ê rezbera 2022’yan de Rusya GP li dar biketa lê her çiqas agahiya fermî nehatibe belavkirin jî ew nîqaşa betalkirinê didome.