Diyarname
Ev pantola kotê wekî pantola herî kotê ya herî kevn a dinyayê tê hesibandin. Niha ev pantolon li DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di mezatê de bi 114 hezar dolarî hat firotin.
Di sala 1857’an de li keÅŸtiyeke noqavbûyî ya li eyaleta Carolînaya Bakur ev pantolona spî hatiye dîtin. Bawerî ew e ku ev pantolon aîdê madenkarekî ye.
3’yê vê mehê ji bo firotina pantolê li mezatxaneya Reno ya li eyaleta Nevada mezat çêbû. BBC Tirkî niha ev nûçe belav kir û ragihand ku pantolon bi 114 hezar dolarî hatiye firotin.
Ligel pantolê 270 parçeyên din jî tiÅŸtin hatin firotin û bi giÅŸtî mîlyon dolar hat bi dest xistin. Ev tiÅŸt hemû di keÅŸtiya SS Certral America (Amerîkaya Navîn) de hatine dîtin. Wê çaxê serdema “hicûma zêran” çêbûbû û ew bi vê keÅŸtiyê çûbûn wir, lê keÅŸtî noqav bûbû. Di keÅŸtiya 85 metreyî de 578 rêwî hebûn û ji wan 425 kes miribûn. Texmîn ew e ku di keÅŸtiyê de ligel tiÅŸtinan, 21 ton zêr jî noqav bûne.
KeÅŸtiya noqavbûyî di sala 1988’an de hatibû kifÅŸkirin.
Pantola niha hatiye di bahola kesekî bi navê John Dement de hatiye dîtin. Texmîn ew e pantolan ji San Franciscoyê hatiye girtin.
Li aliyê pêÅŸ ê pantolê pênc heb piÅŸkov hene.Ev model paÅŸê ji aliyê Levi Strauss ve ji bo pantolên kar hat bikaranîn. Levi Strauss bluejeana pêÅŸî piÅŸtî noqavbûna keÅŸtiyê bi 16 salan, di sala 1873’yan çêkir.
Ev pantolon du meh berê bi 76 hezar dolarî hatibû firotin.