Diyarname
Ji Culemêrgê, ji herêma Behdînan berhev kiribûn heyrarok, payîzok, debûn ser pişta xwe û hatibûn Stenbolê. Kurdên Stenbolê jî ew bi tenê nehiştin û bi hev re derbas kirin êvareke xweş. Em qala konsera koma LaWje dikin.
Êvara 18’ê mehê bi organîzasyona Chalak Events li Navenda Çanda Suleyman Seba ya li Beşîktaşa Stenbolê konsera LaWje hebû. Piştî sê salan, piştî rewşa pandemî hinek sivik bû LaWje li pêşberî temaşevanan, pêşberî hezkiriyên xwe bû.
Solîstê komê Alî Tekbaş sipasiya hatine beşdaran kir û dest bi stranan kir. Carinan bi awaza nerm, carinan stranên ku kes nikare xwe li ber bigire rûne û radibe dîlanê diyarî temaşevanan kir. Jixwe her ku rîtîm ji slow derdiket û ber bi jor ve bilind dibû temaşevanan jî xwe diavêt meydanê, êdî hem ew, hem salon dihejiyan.
Ji “Fatmakê”, “Zînê” bigire heta “Yar Helê Leylê” komê gelek stranên ku xistibûn tûrê xwe û heta salonê anîbûn teslîmî dilê temaşevanan kirin. Û dema Tekbaş strana “Porê Delala Min Sor e” ku gelek caran Sehalattin Demirtaşî jî xwendibû, pêşkêş kir, bi gotina “Ew kesên em bêriya wan dikin, em dixwazin li vir bin, em hêvî dikin di nêz de wê li cem me bin” silav li wî û girtiyên din kir.
Tekbaşê ku carinan di navberê de çend gotin digot, diyar kir ku stran û klamên kurdî jiyana me, dîroka me nîşan didin û got, “Gelek stranên me hene, gere hunermendên me li ser bixebitin, wan derxin holê”.
LaWje bi fotokişandina ligel mêvanan heta careke din xatir xest.


