Diyarname
Festîala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal di navbera 17-28'ê gulanê de li dar dikeve. Festîvalê niha afîşê festîvalê belav kir ku îsal dîmena ji fîlmê The Truman Show hatiye girtin.
Festîval îsal 75'emîn car li da dikeve. Di afîşa festîvalê de kareyeke ji fîlmê "The Truman Show" ê ku di sala 1998'an de hatiye kişandin, hatiye bikaranîn.
Di fîlmê Peter Weir "The Truman Show" de Jim Carrey dilîze. Cannesê li ser bikaranîna vê afîşê wisa gotiye, "Ev dîmen ne tenê rastî û sînora temsîliyeta navbera rastî û ne rastiyê; di heman demê de bangî me dike ku em li ser hêza di navbera manîpulasyon û katharsîsê de bifikirin. Truman ji sextekariyê direve û bi pêlekanan ber bi jor ve diçe; di Festîvalê de jî em bang dikin bi ser xaliya sor re ber bi salona sînemayê ve herin, rastiya hunermendan binasin."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Fîlmên ji bo Palmiyeya Zêrîn dikevin pêşbaziyê diyar bûn