Diyarname
Bi sedan koçberên kurd li ser sînorên Belarus û Polonyayê ne. Ew dixwazin herin welatên Ewropayê. Hêzên ewlehiyê yên Belarusê pêşî li wan girtine. Penaber di nav zehmetiyê de ne. Rewşa penaberan giran e. Birçî ne. Serma ye. Li ser lingan mayîn jî dijwar e. Loma jî, li gor agahiyên hatine belavkirin heta niha 10 koçber mirine. Gelek jî winda ne.
Piraniya koçberan ji Başûr in. Li Belarûsê hatine ba hev û bi hev re berê xwe dane sînorê Polonyayê.
Rayedarên Polonyayê dibêjen ew destûr nadin koçber bikevin nav sînorê wan, yên ku ketibin jî dê ji bo Belarusê bi paş ve bêne şandin. Tê gotin ku koçber dixwazin herin Almanyayê.
Di serî de AFP, ajansên navneteweyî ji cihê bûyer dîmen û foto ragihandin dinyayê.
Dîmeneke vîdyoyî ji ser sînor: