Stenbol
Dayika Berfo ya 105 salî ku bi vê temenê xwe tevlî çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû îro li Stenbolê wefat kir. Piştî Derbeya Leşkerî ya 12’ê Rezberê kurê wê Cemîl Kirbayir hat binçavkirin û careke din agahî jê negirtin. Ev 33 sal in wê cenazeyê kurê xwe dixwest. Dayika Berfo bêyî cenazeyê kurê xwe bibîne wefat kir.
Dayika Berfo (bi navê xwe yê nasnameyê Berfo Kirbayir) ji bo aqûbeta kurê xwe beşdarî Dayikên Şemiyê ku ew jî li aqûbeta xizmên xwe digerin dibû. Berfo Kirbayir ya 105 salî li gel dayikên windayan bi Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin pêkanîbû û gotibû: “Tenê daxwazek min heye, ew jî berî ez bimirim gora kurê xwe bibînim.”
Cenazeyê Dayika Berfo roja 22'yê mehê dê ji Stenbolê bibin Goleyê û li wê derê veşêrin.