Rojnameyeke nû: Alternatîf tê
Diyarname
Rojnameyeke nû a kurdan li Tirkiyeyê bi navê Alternatîf derdikeve. Alternatîf 19'ê mehê dê dest bi weþanê bike.
Rojnameya Alternatîf ku dê li ser xeta çapemeniya azad weþana xwe bike roja 19'ê mehê bi tirkî dest bi weþana xwe dike. Endamê Lijneya Weþanê yê rojnameyê Huseyîn Aykol da zanîn ku li ser daxwaza xwendevanan wan navê Alternatîf lê kirine.
Aykol da zanîn ku piþtî Atv û koma Sabahê televîzyona Kanal Turk jî ji aliyê alîgirên AKP'ê ve hat standin û wiha got; "Bi vê yekê re li welat pêdiviya bi çapemeniya azad zêdetir bû. Bêþik hin saziyên wekî Evrensel û Birgun hene lê di nûçegîhaniya azad de hê valahî hebû. Ji bo vê valahiyê dagirin em dest bi weþanê dikin."
Li gor gotina Aykol rojnameya Alternatîf dê ji 12 rûpelan pêk bê û di rojnameyê de çand, huner, aborî, polîtîka, jin, cîhan û li ser mafên mirovan rûpel hebin. Aykol dibêje ku paþê ewê hejmara rûpelan zêde bikin.