Qamişlo
Ji bo Sedsaliya Avakirina Qamişloyê şahiya pîrozbahiyê li dar ket. Serfermandarê HSD'ê MazulM Ebdî li vir axivî û got, "Zarok wê bi zimanê xwe bixwînin."
100 sal berê Qamişlo hatibû avakirin. Ji bo sedsaliyê pîrozahî li dar ket. Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî û rêveberên Rêveberiya Xweser û bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn. Ebdî li vir axivî, qala çêbûna entegrasyonê kir û got, "Rêveberiya Xweser di dirêjahiya 15 salan de li hember siyasetên nijadperest û vegerandina nasnameya herêmê xebitî. Herêm di salên borî de şahidê şerekî hovane bû û xelkên wê li hember van êrîşan parastina xwe kir. Bi wê re HSD hat damezrandin û ev hêz di encama berxwedana gel de hat avakirin."
Ebdi li ser biryara 29'ê Rêbendarê jî got, "Biryara tevlêbûna li Sûriyeya nû li ser bingeha peymana 29'ê Rêbendanê/Çileyê hat. Entegrasyona saziyên ewlehî, leşkerî û îdarî yên ku di salên borî de hatine avakirin tev li saziyên dewletê dibin, nasname û destkeftiyên xwe parastî ne. Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nava saziyên dewletê de bi dawî bû û ji îro pê ve dest bi qonaxeke nû bû. Ji bo saziyên me tevî nasnameya xwe tevî saziyên dewletê bibin pêvajo hat dest pê kirin. Ev pêvajo temam bû.”
Ebdî bang li xelkê herêmê kir ku saziyên bi fedakariyên şehîdan hatin damezrandin biparêzin, xebata piştigiriya wan bikin.
Ebdi wisa got, "Em bawerin di Sûriyeya nû de gavên şovenîst, guhertinên demokrafîk wê nebin. Qedexekirina ziman wê nebe. Pêwîst e zarok di Sûriyeya nûh de bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê dayikê bixwînin. Gelê me, gelê herêmê wê bi çanda xwe, bi awayekî azad hereket bikin, nasnameya tevahî gelan biparêzin."
***
Nivîseke eleqedar:


