ŞIRNEX
Şaredarê bajaroka Gundikê Mele ya Şirnexê Abdulrezzak Yildiz hat binçavkirin.
Midûriyeta Polîsan a Şirnexê bi îdiaya ku der barê wî de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran ê Amedê dosyayeke heye Şaredarê bajaroka Gundikê Mele ya Şirnexê Abdulrezzak Yildiz girt bin çavan. Yildiz birin Amedê.
Di beha borî de, di serî de li Şirnexê bi dehan şaredarên BDP'ê hatin binçavkirin û girtin.


