___DÊRIK___
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji bo îmzekirina pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ya nivîskar Deham Ebdulfetah li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê çalakiyek li dar xist. Mamosteyên zimanê kurdî, endamên Yekîtiya Rewşenbîran û gelek kesên din di çalakiyê de amade bûn.
Pêşî nivîskar Deham Ebdulfetah li ser naveroka pirtûkê û hedefa ji nivîsandina pirtûkê axivî. Ebdulfetah got ku wî pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ji bo çareserkirina kêm û kurtiyên rêzimanê kurdî nivîsandiye.
Piştî axaftinê wî pirtûka xwe îmze kir û diyarî beşdaran kir.
Pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ji 204 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de li ser pirsgirkên rêzimanê kurdî, arîşe û rêbazên pêşxistina rêziman, yekkirina têgehan û hêmanên zimanê kurdî hatiye sekinîn.
Nivîskar Deham Ebdulfehat di sala 1942`yan de li gundê Belê yê girêdayî Amûde hatiye dinê. Wî, Fakulteya Wêjeya Erebî li Zanîngeha Helebê qedandiye û 25 salan mamostetiya zimanê erebî kiriye. Rêwîtiya wî ya wêjeyê bi nivîsandina helbest û gotaran bi zimanê erebî dest pê kiriye. Di sala 1978‘an de dest bi nivîsên kurdî kiriye û ji wê rojê de bi kurdî dinivîse. Heta niha gelek pirtûkên wî derketine.



