Diyarname
Bankeya Dinyayê li ser erdheja 6'ê reşemiyê ku navend Mereş bû û bondar li 11 bajaran kirdane belav kirin. Bankeyê got ku erdhej bûye sedema 34.2 mîlyad dolar xirabûna fîzîkî, dema ji nû ve çêkirin û başkirin jî çêbe ev reqem dê derkeve du an sê qatî.
Cîgira Dîrektorê ji Ewropa û Asyaya Navîn Berpirs a Bankeya Dinyayê Anna Bjerde ev agahî daye. Rayeradan eşkere kiriye ku xisara li Sûriyeyê ya erdhejê dê sibê eşkere bikin lê gotine ku felaketeke mezin li holê heye.
Dîrektorê Tirkiyeyê yê Bankeya Dinyayê Humberto Lopez jî ji bo rojnamegeran li ser butçeya salane ya Tirkiyeyê axiviye. Lopez gotiye, sedî 3,5 û 4 mezinbûna butçeya Tirkiyeyê ya salan 2023'yan ji ber erdhej dê nîv pûan kêmtir bibe.