Diyarname
30'emîn Festîvala Canê ya Navneteweyî ya Stenbolê dest pê kir. Festîval di navbera 7-19'ê mehê de dê nîzî 200 hunermendî li Stenbolê bike mêvan.
Festîvala Cazê ya Stenbolê ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê organîzekirin. Îsal di festîvalê de nêzî 40 konserî hene û dor 200 hunermendên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê dê derkevin pêşbezî cazhezan. Festîvalê êvara 7'ê mehê bi merasim û konserek li dar ket.
XELAT DAN CAN KOZLU
Îsal Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dan cazkar Can Kozlu. Kozlu li Tirkiyeyê wekî yek ji serketiyên cazkarên ku li daholê dide ye. Ew li nav malbateke muzîkar hatiye dinê û di 6 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye.
Kozlu li Lîseya Saint Joseph ligel Setrak Bakirel û Rone Macaroglu kom ava kiriye û dest bi konseran kiriye. Heman demê rastî Erkan Ogur hatiye û ligel wî kar kiriye. Bi xêra vê xebatê beşdarî Pêşbaziya Mîkrofona Zêrîn Bûye. Paşê beşdarî pêşbaziyên navneteweyî jî bûye û xelat girtiye. Wî di jiyana xwe de gelek xelat girtine.
Kozlu di sala 1996'an de ligel Ali Perret li Zanîngeha Bîlgî Beşa Performansa Cazê ava kiriye û gelek xwendekar gihandiye.
KONSERÊN PARKORMANÊ
Ji konseran 8, 9 û 12'yê mehê li Parkormanê konser hene. Li vir kom û hunermendên wekî The Lumineers, Morcheeba, Kovacs, Alfa Mist, Riff Cohen, Okay Temiz, Adamlar, Mammal Hands, Mert Demir, Ekin Beril û Takeshi's Cashew dê hunera xwe pêşkêş bikin. Yek ji çalakiya balkêş a Cazê jî "Li Tramvay Caz" e ku li nav tramvayê hem ji bo mêvanan, hem ji bo kesên derdorê balkêş e. Dîsa "Li Vapûrê Caz" jî yek ji çalakiyên balkêş e.
LI PARKAN CAZ
Yek ji çalakiyên Festîvala Cazê "Li Parkan Caz" e ku ev beş bê pere tê pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de 9'ê tîrmehê roja yekşemê saet 17.30 de li Beylîkduzu Yaşam Vadîsî, 10'ê mehê saet 19.30 de li Kuçukçekmece Gol Kenari Amfi Tiyatrosu wê konser bêne pêşkêş kirin. Ev konserên parkan 16'ê mehê li Şişli Habitat Parki saet 17.15 de wê konserek bê pêşkêş kirin. Di van konseran de wê Takeshi’s Cashew û Swing cih bigirin; di heman demê de fînalîstên pêşbaziya Genç Caz+ (Cazkarên Ciwan) jî derkevin ser dikê.
Ji bo têkilî û agahiyên din:
https://caz.iksv.org/