Diyarname
7 kurdên ku roja 30'ê mehê li Merama Konyayê hatibûn qetilkirin îro li Goristana Saraçoglu ya li Karataya Konyayê hatin definkirin.
4 jê jin, 7 kurd duh ji aliyê faşîstan ve hatibûn kuştin. Îro bi nimêja esrê re cenazeyên wan birin Goristana Saraçoglu.
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û mebûsên HDP'ê, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir û gelek kes di dema merasimê de amade bûn. Di bin serokatiya Mebûsê CHP'ê yê Konyayê Abdullatih Şener de heyetek ji CHP'ê jî hat goristanê.
Duh di êrîşa çekdarî ya li hemberî malbata ku a ji Qersê de ji heman malbatê Yaşar, Bariş, Serpil, Serap, İpek, Metin û Sibel Dedeogullari hatibûn qetilkirin. Kujer piştî kuştina wan mal jî dabû ber agir û reviyabû.