Stenbol
Hunermendan di civînê de bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan re çi got? Vane gotinên hunermendan:
Arîf Sag: Em dixwazin bibînin ka di hundirê pêşilêvekirinê de çi heye. Divê ev ne projeya hikumetê ya dewletê ye. Tişteke balkêş û xweş e ku dewlet yekem car guh hunermendan. Bi qasî min fêm kir dixwazin ji pencereya hunerê ve jî meseleyê bibînin.
Rojîn: Hin hunermendan xwest Erdogan gavên dilpola bavêje. (Rojîn li ser zarokan dosyayeke amade kiribû û got) Li ku derê dinyayê dibe bila bibe, dema mesele were ser zarokan tiştên din ne girîng in. Em ji bo zarokên filistînî diqîrin, heman bertekê em ji bo zarokên ku kevir diweşînin û girtî ne nîşan nadin. Serokwezîr li ser pêşîlêvekirinê xwedî niyeteke baş e. Maliyeta vî şerî gelek mezin e. Rêya biratiya di rawestandina xwînê re derbas dibe. Di civînê de İbrahim Tatlises got 'Dema nexweşî lezgîn be mudexeleya lezgîn lê tê kirin, pêşîlêvekirina demokratîk nexweşî ye ku divê bi lezgînî bê başkirin'."
Nihar Dogan: Di warê çareserkirina vê pirsgirêkê de yekem tiştê bê kirin guhartina vê Zagona Bingehîn e. Ji dêvla vê ve çêkirina Zagoneke Bingehîn a demokratîk e. Di zagona bingehîn de cezaya giran divê li hemberî nijadperestiyê be.
Neşer Ertaş: TOKÎ malên xweşik çê dike. Gotin wê bide feqîr û fiqarayan. Yên ku karê wan tuneye bila alîkariya wan bê kirin. Ez pêşîlêvekirin, mêşîlêvekirinê nizanim.
Sinan Ozen: Ez zêdetir hêstirên çavan naxwazim. Ez welate dilgeş, Tirkiyeya ku dikene dixwazim. Ez wekî hunermend çi bikeve ser milê min ezê bikim.
Ozdemir Erdogan: Tiştek baş e ku Serokwezîr Erdogan guh dide hunermendan. Hunermend dê pêşî fikrê derxin holê dûre siyasî wê li gor van fikran jiyanê ji nû ve saz bikin.
Fatih Kisaparmak: Divê guh bidin gotinên gel. Di mijareke wisa xesas de divê serî li gotinên gel bidin, referandum bê kirin.
Funda Arar: Di civînê de tiştên ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bêne kirin me xeber da. Li ser dostanî, bitarî, yekîtî sohbet hatin kirin.
Safiye Soyman: Ez ji serokwezîr hez dikim, her li pişta wî me. Hunermend tu demê di navbera elewî, çerkeç, kurd, ermen de cudatî nekir, wê nekin jî. Em naxwazin êdî cenazeyên şehîdan bibîni.
Orhan Gencebay: Ji bo welatê me baş bibe çi lazim be emê bikin. Wekî hunermend li hemberî her tiştê neyînî em dengê xwe derdixin lê vê bi awayê siyasî em nakin ji ber ku huner bi ser siyasetê re ye. Em alî bin jî em alî gel in, alî tiştê erênî û xweş in. Ev welat ême ye, em vî welatî xweş bigirin. Ev welat bêyî ku cuda û parçe bibe welatê me y e.
Erol Evgin: Li Tirkiyeyê divê her tişt di platformên hemdem de bêne axaftin. Tirkiyeyê 30 sal in êşên mezin kişandin. Divê ev êş bê kewandin.
Ev agahî ji ajansan hatine berhevkirin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Hunermend û Serokwezîr hatin ba hev