Diyarname
Hunergeha Welat vê carê bi strana "Xurfanî" li pêşberî muzîkhezên kurd e. Hunergeha Welat bi beşdariya hunermendên Rojava stran xwend û klîba wê pêşkêş kir. Klîba ku nêzî 10 deqîqeyan didome diyarî hunermendên kurd hatiye kirin. Berî stran dest pê bike hunermendên rojava wisa dibêjin, ""Ji bo hemû hunermendên nemir ên ku stranên me di qefesa sînga xwe de parastine. Husnî Bavê Adil, Ûsifê Çelebî, Miradê Kinê, Huseyno û Xidirê Omerî û ji bo hemû hunermendên nemir ên ku xizmeta stranên me kirine" û strana xwe pêşkêş dikin.
Strana ku aranjeya wê Erdelan Amûdê kiriye, derhêneriya klîbê û montaja wê Delîl Mîrsaz kiriye.
Em vê klîbê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin. Kerem bikin: