Diyarname
Euro 2020 êvara 11'ê mehê bi şahî û bi lîstina maçek dest pê kir. Berî maça Îtalya û Tirkiyeyê ji bo vê destpêkirina tûrnûvayê li Stada Olîmpiyatê ya Romayê seramoniyeke li dar ket.
Ji sala 1960'î heta niha ji Tûrnûvayên Euroyan dîmen li skorbordên stadê hatin nîşandayîn. Û dûre lîstikvanê berê yê Îtalyayê Alessandro Nesta got da Francesco Totti û bi vî awayî tûrnûuva dest pê kir.
Paşê Bandoya Polîsan a Îtalyayê bi muzîka xwe reng da merasimê. Tenorê navdar ê îtalî Andrea Bocelli derket ser dikê û aryaya besteya navdar ê bestekarê îtalî Giacomo Puccini "Nessun Dorma" xwend. Herî dawî strana tûnûvayê ku DJ'yê hollandi Martin Garriks amade kiribû, solîstê U2 Bono û The Edge jî di nav de girtibû hat strîn. Bi vê strana "We are the People" şahî bi dawî bû û maçê dest pê kir.
3 gol, 3 pûan
Maçê bi êrîşa Îtalyayê dest pê kir. Ataka herî dijwar a Îtalyayê di deqîqeya 22'yan de bû. Chielliniyê ku bi serê xwe xweş li gogê da, qeleparêzê Tirkiyeyê bi ser tilîkên xwe gog şand kornerê. Di nîveka yekemîn de Tirkiye zêde di defansê de bû û ev beş bi 0-0'ê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Îtalya hê sortir bûbû, hê zêdetir êrîş dikir ku encama vê di deqîqeya 53'yan de bi dest xist: Domenico Berardi ji aliyê rastê sehayê ve gog ajot, berî bikeve nava sehayê pêş qeleyê gog digindirand û berî yekî îtalî lêxe, gog li lîstikvanê tirk Merih Demirel ket û gola yekem hat: 1-0. Dûre di deqîqeya 66'an de Ciro Immobile encam derxist 2-0 û di deqîqeya 79'an de Insigne encam diyar kir: 3-0. Bi vê yekê maça yekemîn a Euro 2020 temam bû û di Koma A de Îtalyayê 3 pûanên xwe yên pêşî girtin.
Ji bo maçên sibê:
**