Diyarname
Di Euro 2020'î de yek ji tîmên favorî tîma Belçîka ye û niha federasyonê ji bo serketinê devê kisê pereyan vekir: Ger tîm bi ser bikeve dê her lîstikvan bi 435 hezar Euroyî bê xelatkirin.
Belçîka di lîsteya rêzeya FIFA'yê de di rêza pêşî de ye û niha ew dixwaze kûpaya Ewropayê bi dest bixe.
Tîma neteweyî ya Belçîkayê di Koma B de ye û reqîbên wê Rusya, Danîmarka û Fînlandiya ne. Federasyona Belçîkayê eşkere kir ku ger ew bibin şampiyon her lîstikvanê di nav kadroyê de dê 435 hezar Euro prîm bigire. Ger herin çarîk fînalê dê 170 hezar, herin nîv fînalê jî serê her lîstikvanî 370 hezar euroyî dê belav bikin.
**
Ji bo agahiyên zêdetir:
- Rûpela Taybet Euro 2020