logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Enerjiya Rojava ber bi ku ve

Delta Crescent Energy (DCE) navê şîrketeke Teksasî ya neftê û enerjiyê ye. Gava mirov berê xwe didê, zêde agahiyên fermî

  • Dîrok: 26/05/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Delta Crescent Energy (DCE) navê şîrketeke Teksasî ya neftê û enerjiyê ye. Gava mirov berê xwe didê, zêde agahiyên fermî li serê nîn in. Şirket nisbeten nû ye. Hesabê wê yê twitterê yê berî çend rojekî çalak bû, Çileyê îsal hatiye vekirin. Li ser hesêb şîrket ji bo xwe dibêje, "Şirketeke Amerîkî ya ku li cihê cih li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar dike ji bo destekirina hevgirên cihî da ku xizmeta şewrê bide û alîkar be di warê ji nû ve avakirina binesaziya heyatî de û ev jî bi enerjiyê dest pê dike." 

Şîrket li gorî vî hesabî xwedî du navendan e. Yek jê li Teksasê ye, li bajarê Houstonê, navenda din jî li Rojava ye, li navçeya Rimêlanê.

Tweeta wê ya li jora hesêb daliqandî, pêr hatiye nivîsandin û dibêje, em li gorî destûra sala 2013'yan karê xwe dikin û ne li gorî destûreke taybet a rêveberiya Trump. 

Mehek berê ekîpmanên pêşî şandin

Em gava hinekî lêdikolin, dibînin ku şirketê, karê xwe li Rojava meha nîsanê/avrêlê de bi xebatên pratîk daye destpêkirin. Li ser malpera wê ya fermî, vîdeoyek hatiye parvekirin û di 2 deqîqe û 20 saniyeyan de ew dibêje, "Nîsana 2021'ê li gorî qanûnên îxracatê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ekîpmana pêşî ya ji Amerîkayê gihîşt [Rojava] û li zeviyên neftê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin. Ji hema hema deh salan û vir ve, ev yekem car bû ku ekîpmanên DYA'yê li van zeviyan hatin bicihkirin. Şirîkên me yên cihî wê vê ekîpmanan bi enerjiya rojê dixebite, bi kar bînin da ku çavdêriyê bikin li nefta xav a di lûleyên wan re diherike. Ev ekîpman wê derfeta wan a hesibandina hilberîna niha û ya siberojê ya neftê gelekî xurt bike." 

Şirket dixwaze karê xwe dewam bike

Şirket bi ihtîmam îşaret pê dike ku ew ê karê xwe yên li Rojava dewam bike û ji bo vê jî ew xwe dispêre qanûneke ji rêveberiya Obama. Yanî, şirket dibêje, ew ji destûra taybet a Trump a ku qanûnên Cesar li ser wê ferz nekirine, sûdê wernagire. Destpêka vê mehê Rêveberiya Biden ragihandibû ku ev destûr wê neyê dirêjkirin. Gelek aliyan digot, ji ber wê şirket divê di nava mehekê de ji Rojava derkeve.  

Agahiyên li ser malpera şirketê, wekî ku yekser bersivê bidin vê agahiyê. Şirket biryardar xuya dike ji bo ku karê xwe li Rojava dewam bike. 

Rêveberiya Xweser muxateb e

Şirketê herî dawiyê wêneyekî tankeke petrolê ya ku DAIŞ'ê teqandibû weşandiye û gotiye, "Plana me ew e ku em alîkariyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re bikin da ku binesaziya zirar lê bûye yên wekî vê, yên ku DAIŞ'ê teqandine, ji nû ve ava bike. Heger siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûrî biguhere û şirketên Amerîkî nikaribin li kêleka şirketên cihî veberhênanê bikin ji bo pîşesaziya enerjiyê temîr û nûava bikin, ma gelo em difikirin ku ew ê li alternatîfên din negerin?" 

Gelo ew bi vê yekê peyamê dide rêveberiya Biden, yan loman dike?  

Xwe disipêre qanûna rêveberiya Obama

Em berê xwe bidin, ka şirket karê xwe yê li Rojava disipêre kîjan destûr û qanûnên DYA'yê: Daxuyaniya [elaqedarî] Sûrî ya li ser Siyaseta Destûrdayînê û Destûra Giştî ya [ji bo] Sûrî ya 11A ya ku 6'ê Kanûna/berfanbar 2013'yan fermî hatiye ragihandin. Ev daxuyaniya destûrnameyê ji aliyê Meqamê Kontrola Veberhênanên li Derve [-yê Amerîkayê] (OFAC) ve hatiye dayîn. Ew dibêje, di destûrdayîna veberhênên elaqedarî telekomînîkasyon, çandinî û neftê yên li Sûrî de DYE îmtiyazê dide muxalifan û hevgirên xwe. 

Şirket jî dibêje, ew karê xwe li gorî vê qanûnê dimeşîne. Şirketê îlona/rezbera 2019'an ji bo li gorî vê qanûnê destûrê wergire miracaet kiriye û nîsana/avrêla 2020'an jî ev destûr wergirtiye. Tebaxa/Gelawêja par jî karkerên şirketê li Rimêlanê bi cih dibin. Buroya şirketê ya li Rimêlanê jî di mijdara/sermaweza 2020'an de tê vekirin.

DAIŞ'ê zavayê damezrêner kuştiye

Yek ji damezirênerên şirketê, sefîrê berê yê DYA'yê James P. Cain e. Cain ji 2005'an heta 2009'an sefîrê DYA'yê yê Danîmarkê bû. Zavayê wî di êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî balafirgeha Brukselê de adara 2016'an de miribû. Piştî vê, wî destek da xebatên alîkariya insanî yên wekî paqijkirina erdên Rojava ji mayînan.

Yanî, ya niha diyar ew e ku damezrînerê şirketê wê zû bi zû dev ji israra xwe ya dewamkirina karê xwe yê li Rojava û muxateb dîtina Rêveberiya Xweser bernede. 

Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jinên kurd

ad

‘Şermola’ya 9’emîn derket

ad

Pirsek ji Mûrad Ciwan û Şefîk Oncu

ad

Kultura Şer û Aştiyê

ad

Kliba Hefteyê: 'Xatirê Dêrsim 38'

ad

Kayyum dixwaze navê Amed sporê biguherîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname