Diyarname
Hêlînê vê carê ji bo zarokan pirtûka Mark Twain "Serpêtahiyên Tom Sawyer" pêşkêşî zarokan kir.
Weşanên Hêlînê ku di bin banê Weşanên Avestayê de pirtûkên zarokan pêşkêş dike vê carê pirtûka Mark Twain a bi navê "Serpêhatiyên Tom Sawyer" pêşkêş kir.
Çîroka di pirtûk de di nav wêjeya Amerîkayê de cih digire û li ser zarokekî bêar hatiye ava kirin.
Pirtûk yekem car di sala 1876'an de tê weşandin û dibe wekî klasîkeke ya ji bo zarokan. Nivîskar Mark Twain li ser pirtûkê gotibû. "Ew ne kesekî bi aqil û efendî ye ku karibe bibe mînak ji zarokên gundê wan re."
Pirtûka 144 rûpelî ji aliyê Ergin Opengin ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Serpêhatiyên Tom Sawyer / Mark Twain/ Wergera ji îngilîzî: Ergîn Opengîn/ Weşanên Hêlîn / 144 rûpel


