Diyarname
Li nav cihana sanal îşaretek heye: ":-)" Ev îşareta bi navê "smiley" (Bişirîn) kete 29 saliya xwe.
Di 19'ê rezbera 1982'yan de li Zanîngeha Carnegie Mellon proferosor Scott Fahlman yekemîn car ev îşanet bikar anîbû. Fahlman ji bo balê bikişîne henekek ev îşareta ":-)" (rûken, bişirîn9 şandibû, ji bo xemgînî jî îşareta ":-(" bikaranîbû û ev yek pêşniyar jî kiribû. Îşaretên ku rewşa mirov tînin ziman ku navê "emoticon" li wan hatibû kirin, her ku çûbû îşaretên nû li wan hatibûn zêdekirin û îro gelek îşaretên bi vî rengî hene. Lê îşareta yekemîn ":-)" îro êdî 29 salî ye.