Diyarname
Fîlmê "Avatar" di sala 2009'an de ketibû vîzyonê û 2.7 mîlyon dolar pere kar kiribû. Avatar ku derhêneriya wî James Cameron kiriye beşên dû dikişîne û niha diroka weşandina van beşan hat eşkere kirin.
Berê hatibû gotin ku dê beşa nû ya Avatarê di sala 2014'an de bê weşandin lê nebû, dûre dîroka 2018'an derket holê, lê niha ji rûpela Facebookê ya fermî ya Avetarê daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê 4 fîlmên din ên dûmahîk ên Avatar bêne kişandin û hat gotin dû dê 18'ê berfanbana 2020, 17'ê berfanbara 2021, 20 berfanbara 2024'an û 19'ê berfanbara 2025'an de ew bêne weşandin.
Fîrmaya belavkar a Avatar "20th Foks Century" jî daxuyaniyek wekî vê weşand.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bi 'Avatar 2' carek din em dê herin sedsala 22'yan
- Bi milyarek dolar 3 Avatarên nû tên
- Avatar wê vê carê me bibe Marsê


