Diyarname
Lîstikvanê Galatasaray Burak Yilmaz hat şêlandin. Kesek bi telefonê li Burak Yilmaz geriyaye û xwe wekî Waliyê Trabconê Abdil Celil Oz daye nasîn. Kesê nav nediyar gotiye ji bo alîkariya zarokan em pere kom dikin û ji Yilmaz 10 hezar TL xwestiye. Yilmaz jî bawer kiriye û pere razandiye bankeyê. Piştî vê yekê li walîtiya Trabzonê geriyaye ku pere gihîştiye hesabê yan na û wê demê pê hesiyaye ku walî li wî negeriya ye.
Belê lîstikvanê golavêj Burak Yilmaz vê carê gol xwar.
Wekî têbiniyek: Ne diyar e kesê Burak Yilmaz şêlandiye alîgirê Fenerbahçe ye yan yê Beşiktaşê ye.


