Adogit kesê duyem e ku li Hewlerê bi awayeke bi guman dimire
Hewlêr
Di nava 2 mehan de 2 welatiyên kampa penaberan a Mexmûrê Hacî Yildirim û Metîn Adogit bi îdîaya ku nexweþbûne, bi awayeke bi guman li zindana Hewlerê mirin.
Hacî Yildirim ji gundê Dêrhîn yê Qilebanê bû û niþtecihê wargehêbû, 11’ê Mijdara (Sermawez) 2020’an li Hewlêrê, ji aliyê asayîþa Hewlêrê ve hatibû binçavkirin. Yildirim ku 3’yê Kanûnê (Berfanbar) serbest hatibû berdan, 11 roj piþtre bi sedema penceþêrê jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku dema Yildirim hatibû girtin tu nexweþiya wî nîn bû; agahiya mirina Metîn Adugit.
Metin Adugit ji Wanê bû. Demek dirêj Hevserokê Rêxistina Çaldirana Wanê ya HDP'ê bû. Ji ber dozan berê xwe dabû Baþûr û çûbû Mexmûrê.
Metîn Adugît ku demek bû li li wargeha penaberan bû, roja 7’ê sermawezê li Hewlerê ji aliyê asayîþê ve hatibû binçavkirin. Piþtî ku malbat demek dirêj agahî jê nagire, hewl dide bi rêya parêzerek xwe bigihîninwî. Dema parêzer serdana asayîþê dike û daxwaza agahî derbarê mûwekilê xwe de dike, asayîþ bersiva, “Ew kesê ku tu behs dikî, bi krîza dil mir” dide. Agahî nehatiye dayîn ku Adugît kengê miriye û aþayîþê çima malbat agahdar nekiriye.
Malbat û parêzerê Metîn Adugit, Mûda Dawid îro li Hewlerê ji bo derxistina belgeyên mirinê yên Metîn Adogit serdana Dadgeha Hewlêrê, asayîþê kirin. Piþtî temamkirina belgeyan û girtina rapora Tiba Edlî dê cenazeyê wî bibin Wanê.
Temel xwest agahî bê dayîn
Mebûsê HDP'ê Tayip Temel li ser xebera mirina Metin Adogit bi ser twiterê re peyamet weþand û xwest PDK û Hikumeta Baþûr der barê vê yekê de agahiyê bide.
Metîn Adugît kî ye?
Metîn Agudît ji Wanê bû. Demek dirêji di nav siyaseta legal de xebitîn. Adugit di salên 2009-2012'yan de Hevserokê BDP'ya Çildêranê bû. Di sala 2012'yan de tê girtin, demek girtî dimîne û tê berdan. Di hilbiartina 2014'an de wekî endamê Meclisa Þaredariya Çildêranê li ser navê BDP'ê tê hilbijartin. Di sala 2015'an de ji mecbûrî ligel malbata xwe berê xwe dide Baþûr.
Li Wanê Hevþaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de li hemberî gelek siyasetmetdaran doz hate vekirin ku di nav wan de Adugit jî hebû.
Di doza ku Adugit jî têde bû li gelek kesan cezayê hepsê hatibû birîn. Li Adugit jî 8 sal û 9 meh cezayê hepsê hatibû birîn
Navçeyê peyama sersaxî þandin
Rêxistina Çildêrana Wanê ya HDP'ê peyameke sersaxiyê weþand.