Diyarname
Li Amedê tam salek berê bi navê Komeleya Wêjekarên Kurd hate vekirin. Komeleyê di nav salekên de hin çalakiyên çandî li dar xistin.
Komeleya Wêjekarên Kurd roja 14'ê reÅŸemiya 2020'an ji aliyê komek hezkirên wêjeya kurdî ve li Amedê hate avakirin. Komeleyê di nav salekê de rojên îmzeyan, panel û gotûbêj bi dehan çalakî lidar xistin. Komeleya ku hê jî Hevserokên wê Sultan Yaray û Hogir Berbir in di sala nû de jî dê xebatên xwe yên çandî û yên li ser ziman bidomînin. Li aliyê din di vê salvegera komeleyê de gelek nivîskaran bi vîdyoyên parve kirin salvegera komeleyê pîroz kirin.