Diyarname
Dor sê meh berê Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrusa koronayê miribû û ji wê rojê de kesek din nehatibû hilbijartin. Îro ji bo hilbijartina waliyê nû li Meclisa Encumenên Hewlêrê dengdan çêbû: Omêd Xoşnav hat hilbijartin.
Ji bo walîtiya Hewlêrê Omêd Xoşnav, Omêd Planî û Sedredîn Qadir berendam bûn. Ji 23 endamên beşdar 18 endaman deng da Omêd Xoşnav û ew hilbijartin.
Omêd Xoşnav ji PDK'ê ye û di dengdanê de fraksiyonên YNK, Goran, Komele, Yekgirtû û endamên meclisê yên serbixwe Ebas Ekram deng nedan Xoşnav.
Di Meclisa Hewlêrê de 30 endam hene. Bi vê dengdana îro Xoşnav bû 43’emîn Waliyê Hewlêrê.
Omêd Xoşnav di sala 1977'an de li Hewlêrê hatiye dinê. Endamê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ye ku di nav karê ragihandinê de jî kar kiriye.