Diyarname
Kovara sînemayê û şahiyê Variety ji bo xelatên Oscarê yên îsal texmînên xwe pêşkêş kirin. Kovarê di warê fîlmê serketî, lîstikvana serketî, lîstikvanê serketî û beşên din de texmînên xwe pêşkêş kirin. Çend roj berê me beşa texmîna fîlmê herî serketî weşand, îro jî em texmînên Variety yên ji bo lîstikvanê herî serketî û lîstikvana herî serketî diweşînin.
Xelatên Oscarê îsal dê 93'yemîn car bêne pêşkêş kirin, ger heta wê demê pandemî hê nedomê 25'ê avrêlê dê merasim lidar bikeve.
Va ne texmînên Variet, pêşî texmînên LÎSTIKVANA HERÎ SERKETÎ:
1- Vanessa Kirby (bi rola di "Pieces of a Woman" de). Kirby berê qet nebûye berendam
2- Frances McDormand (Bi rola di "Nomadland" de). McDormand berê 5 caran bûye berendam, 2 caran bi ser ketiye: Sala 1996 "Fargo", û sala 2018 "Three Billboards outside Ebbing, Missouri")
3- Carey Mulligan (Bi rola di "Promising Young Woman" de). Ew berê qet nebûbû berendam.
4- Viola Davis (Bi rola di "Ma Rainey's Black Bottom" de). 3 caran ji bo Oscarê wekî berendam hatiye nîşandayîn û carek bi ser ketiye, 2016 "Fences".
5- Andra Day (Bi rola di "The United States vs. Billie Holiday" de). Day berê qet nebûye berendam.
6- Meryl Streep (Bi rola di "The Prom" de). Streep berê 21 caran bûye berendam, 3 caran Oscar girtiye: 1979 "Kramer vs. Kramer", 1982 "Sophie's Choice" û 2011 "The Iron Lady".
7- Michelle Pfeiffer (Bi rola di French Exit" de). Pfeiffer 3 caran wekî berendam hatiye nîşandayîn lê qet bi ser neketiye.
8- Kate Winslet (Bi rola di "Ammonite" de). Winslet 7 caran bûye berendam, carek bi ser ketiye: 2008, "The Reader".
9- Sophia Loren (Bi rola di "The Life Ahead" de). Loren 2 caran wekî berendam hatiye nîşandayîn, carek bi ser ketiye: 1960, "La ciociara". Di sala 1991'ê jî Xelata Rûmetê dabûn wê.
10- Nicole Beharie (Bi rola di "Miss Juneteenth" de). Beharie berê qet nebûye berendam
DI WARÊ LÎSTIKVANÊ HERÎ SERKETÎ DE:
1- Chadwick Boseman (Bi rola di "Ma Rainey's Black Bottom" de). Boseman berê qet wekî berendam nehatiye nîşandayîn.
2- Anthony Hopkins (Bi rola di "The Father" de. Hopkins 5 caran bûye berendam carek bi ser ketiye: 1991, "The Silence of the Lambs"
3- Delroy Lindo (Bi rola di "Da 5 Bloods" de). Lindo berê qet wekî berendam nehatiye nîşandayîn.
4- Steven Yeun, (Bi rola di "Minari" de). Yeun berê qet wekî berendam nehatiye nîşandayîn.
5- Riz Ahmed (Bi rola di "Sound of Metal" de). Ahmed berê qet wekî berendam nehatiye nîşandayîn.
6- Gary Oldman (Bi rola di "Mank" de). Oldman 2 caran wekî berendam hatiye nîşandayîn, carek bi ser ketiye: 2017, "Darkest Hour"
7- Lakeith Stanfield (Bi rola di "Judas and the Black Messiah" de). Stanfield berê qet wekî berendam nehatiye nîşandayîn.
8- Tom Hanks (Bi rola di "News of the World" de). Hank berê 6 caran bûye berendam, 2 caran bi ser ketiye: 1993, "Philadelphia" û 1994, "Forrest Gump"
9- Colin Firth (Bi rola di "Supernova" de). Firth 2 caran bûye berendam, carek bi ser ketiye: 2010 "The King's Speech".
10- Ben Affleck (Bi rola di "The Way Back" de). Affleck 2 caran bûye berendam û her du caran jî bi ser ketiye: 1997, "Good Will Hunting" û 2012, "Argo".
**
Nûçeya Eleqedar: