Diyar Goç-Der hate girtin
Amed
Komaleya Lêkolîna Zanistî ya Koçberiyê û Piþtgiriya Civakî û Çandî ya bi Mexdûrên Koçberiyê re (Diyar Goç Der) a li Amedê li dijî koçberiyê xebatan dimeþîne, bi îdîaya "xebatên rêxistinî bi rê ve dibe" hate girtin.
1'emîn Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Amedê biryara girtina komeleyê da.
Parêzer Dursu Ozdogan ku rêveberê komeleyê ye, li dijî biryarê nerazîbûn nîþan da û diyar kir ku pêþî dadgehê ew berat kirine, lê piþtre jî komele girtine.
Ozdogan wiha got: “Berê li me dozek hatibû vekirin. Di encamê de, biryar hatibû girtin ku doz bê betalkirin. Lê dozger ji ber biryarê aciz bû û li ber biryarê rabû. Dadgeha Bilind jî kete nava hewldanên kêfî û liberabûna dozgêr pejirand. Di encamê de jî, komeleya me hate girtin. Ev biryar biryareke kêfî ye.”