Diyarname
Lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi îro li hemberî Valladolidê golek din avêt û hejmara golên xwe yên ku bi formaya Barselonayê avêtine derxist 644'an. Bi vê yekê rekora Pele ji dest xist.
Di heman tîmî de bi heman formayê heta niha li dinyayê Pele xwedî rekor bû ku golê herî zêde avêtine. Peleyê bi formaya tîma Santos a Brezîlyayê tam bi temamî 643 gol avêtibûn û li dinyayê di vî warî de yekemîn bû. Niha Messi ew li dû xwe hişt.
Di maça îro de Messi di deqîqeya 65'an de gol avêt û hejmara golên ku bi formaya Barselonayê avêtin bû 644 û rekora Pele ji dest wî derxist.
Pele di navbera salên 1957-1974'an de li Santosê di 656'an maçan de lîst û 643 gol avêtin.
Messi ev 17 serdem in li Barselonayê dilîze; di 748'an maçan de 644 gol avêtin.