Batman
Lîstika şanoyê ya bi navê "Keypa12500" ku mijara wê li ser Heskîfê ye yekemîn car hat lîstin. Lîstika ku ji aliyê Şa Performans ve hatiye amadekirin, lîstikvan Tuncay Ozel lîstiye.
"Keypa12500" lîstika yek kesî ye. Yekemîn car êvara 27'ê mehê li Su Gosterî Sahnesî ya li Aksaraya Stenbolê hat lîstin. Lîstikvan Tuncay Ozel nivîsandiye û têde lîsitye, Murad Korkmaz jî derhêneriya wê kiriye. Lîstik noqavbûna Heskîfê pêşkêş dike.
Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Tuncay Ozel bi performansa xwe gav bi gav pêvajoya noqavbûna Heskîfê, gotinên rayedarên dewletê yên wan deman, rewşa muxalefetê û di dawiyê de noqavbûna Heskîfê radixe ber çavan.
Ji MA'yê hatiye girtin