Diyarname
Xaça Son a Navneteweyî û Federasyona Heyva Sor diyar kir ku di bahoza Myanmarê de 69 hezar kes mirin.
Xaça Son a Navneteweyî û Federasyona Heyva Sor li ser hejmarên ku rêxistin û komên alîkariyê dane reqemeke texmînî derxist holê. Li gor vê reqemê hejmara miriyan di bahoza Myanmarê de li dor 69 hezar û 128 hezarî de ye.
Hate gotin ku hikumetê li ser bahozê kêm agahî daye. Her wiha digel miriyan, hejmara serjimariya ku ketiye bin bandora bahozê jî di navbera 1,64 - 2,51 mîlyon e.
Hikumetê ragihandibû ku di bahoza ku di 2-3'yê gulanê de rabû de 34 hezar û 273 kes mirine, 27 hezar û 838 jî winda ne.
Li gor reqemên Neteweyên Yekbûyî jî hejmara miriyan di navbera 60 û 100 hezarî de ye.


