Diyarname
Duh TRT Habera tirk got Murat Karayilan hatiye qufaltin. Îro ev îdîa dîsa hate nû kirin û ajansên tirk cih da gotina Serokê Komîsyona Polîtîkaya Derve û Ewyehiya Meclisa Neteweyî ya Îranê Alaaddîn Burucerdî. Li gor van ajansan Burucerdî wisa gotiye: "Ev nûçe rast e, hêzên îstîxbarî yê Îranê kesê duyemîn ê PKK'ê qufaltiye."
Lê agahî îro ji Roj TV hat. Roj TV li gor saeta Tirkiyeyê di saet li dor 12'yan de agahiya Karayilan weşand û derewa nûçeyên hatine weşandin eşkere kir.
Roj TV di nûçeya xwe de got ku di saetên pêş me de emê agahiyên nû yên Karayilan biweşînin.