Diyarname
Li Başûr îhtîmala du rêxistinên kurd bera hev bidin, şerê birakujiyê dest pê bike. Lê raya giştî ya kurd vê yekê naxwaze. Vê êvarê li ser twitterê tagek bi tîpên latînî û bi tîpên erebî "BirakujîXwekujîYe" hate vekirin. Bi sedan kesî di vê tagê de nivîsîn û dijî şerê birakujiyê derketin.
Gelek nivîskar, hunermendên kurd deng dan vê tagê.
Li aliyê din nivîskar Yaqob Tilermenî jî vê êvarê nivîsek dijî birakujiyê di Diyarnameyê de nivîsî û vê nivîsê jî li ser Twitter û Facebookê deng veda.
**
Nivîsa Yaqob Tilermenî:
- Dengê Wêjeyê Bilind e!