Yaqob TILERMENÎ
Dengê wêjeyê û wêjevanan ji dengê siyasetê û siyasetvanan bilindtir e.
Her çiqas wêjevan ne siyasetvan bin jî, pêdivî bi wan heye ku bi qelema xwe rêya rast a siyasetê nîşanî her kesî bidin. Ev meseleyeke diyalektîkê ye û tesbîtên neyînî yên dûrnîşandana (bêrîbûna) wêjevanan ji siyasetê jî, dehf û xefikeke mezin a pergalparêzan e. Ji ber wê hewcedarî heye ku wêjevan di meseleyên netewî yên girîng de dengê xwe yê berz tev li dengê xwînerên (netewa) xwe bikin û rênîşander bin.
Wêjevan şervanên qelemê ne û reşbelekên wan mayînde ne. Tu nivîsên wan wekî gotinên siyasetvanan badilhewa naçin. Ew her gotinê ji serê qelema xwe danarijênin; wezn û pîvan û bêjinga hûr a gotinan di destên wan de ne, û ew serrada siyasetvanan jî bi kar naynin. Çand bi destên wan tê belavkirin, dîrok bi destên wan tê xemilandin, ziman bi destên wan tê neqişandin, welatek li ser destên wan bilind dibe û komên mirovên wî welatî bi helbestên wan li hebûna xwe mikur tên. Çinku ew dahatûya mirovên xwe bi xeyalên xwe yên mezin di berheman de bi cih dikin.
Îcar; ev serdema herî dijwar a ku kurd li hemû jiyangehên xwe têkoşînê didin, bi feq û dehfikên zexel ên dijberan dagirtiye. Li ku derê pêşveçûnek û qezenceke kurdan hebe, dijber beriya her kesî darikê xwe yê fesadiyê di nav re radike û kurdan ref bi ref wekî alîgirên tîmên goga lingan bera ber hev didin, ji bo ku kurdkujî bi destên wan were pêkanîn. Ev carna bi gotinên siyasetmedarên ji dezgehên cuda derdikevin lûtkeyê, carna bi lewçetiyên alîgirên wan tê sorkirin û carna jî bi destên hin qelemreşan tê berbelavkirin. Ji teref kê were gotin jî, ger peyv tehl bin û pê mehdê mirov bixelînin, divê yekser wêjevan bi qelema xwe derkevin pêş û ser wan gotinan reş bikin. Divê wekî jinên kurd ên laçikspî di navbera her du kurdan de laçika xwe wekî amûra aştî û başiyê bavêje erdê û dawî li heft û heştan bîne. Divê wekî melekê başiyê li her deriyên hevalrêyên xwe bide û mizgîna serfiraziyê li wan belav bike. Bi vî awayî jî peyva KURDKUJÎ'yê dê ji ferhenga kurdan heta hetayê derkeve.
Kî ji çi û ji kê bawer dike û li gora kîjan raman û baweriyê tevdigere, ev tercîha wan a herî siruştî ye. Lê bûyer û rûdanên li çar aliyê Kurdistanê diqewime, peywirê dide ser pişta her kurdê/î ku bi feraseteke kurdewarî bi heman helwestê bi tenê li dijî dijminên kurdan dengê xwe berz bikin û berê tîrên xwe ji ser hevdu bidin alî. Ev vatiniya herî girîng a kurdperweriyê ye û reha herî ziravik û hestyar a kurdîniyê ye. Û ev vatinî divê veguhere helwesta herî dilsozane li hemberî serkirdeyên hemû dam û dezgehên kurdan ku ew ji bilî hevdu pêdiviyê bi tu vebijarkên dîtir ve çênebin.
Banga min ji hemû camêr û canikên xwedî qelem re ye ku bi dengê herî bilind ê wêjeyê biqîrin ku ezman bi ser serê dijminên kurdan de biçirînin da ku qirkirinên Helebçe, Mahabad, û bajarên din neyên jibîrkirin û serkeftinên kurdan bi bîreke neteweyî were parastin. Û banga min ji hemû keç û xortên Kurdistanî re ye ku bi sekn û sebata xwe ji hemû mezinên xwe yên korfersend re bibin mînak da ku ciyawaziya gundîtî, herêmî û parçeyî ji holê rabe û ala rengîn li ser ezmanê yekwelatê me wekî kon were vegirtin.
Ez ji Bajarê Lozanê yê cihê çarparîkirina Kurdistanê, bi qelema xwe lavaya xwe radigihînim we û ji we daxwaz dikim ku hûn jî sewtekê li vê sewta min zêde bikin berî ku sala 2020'an bi dawî were û em karibin di deriyekî nû re têkevin sala nû ya 2021’ê. Nexwe, roj were û parçeyek axa me ya azadkirî nemîne, kurd namîne, kurdî namîne û mirovên ku karibin berhemên me-we bixwînin jî namînin.
Û EM ji bîr ve nekin! Dengê wêjeyê ji hemû qîrînan bilindtir e, li hemû cîhanê olan dide. Em vê olana xwe ragihînin hemû welatperwer û welatparêzan.
Ji ber ku em şervanên qelemê ne.
Ji ber ku reşbelekên me mayînde ne.
Ji ber ku em xwedî xeyalên mezin in.
04.11.2020 / Lausanne-Swîsre