Rastî çi ye? Li ser vê pirsê felsefe ava bûye. Her serdemê, her feylezofî hewl daye rastiyê pênase bike. Bawer im ku heya mirov li darê dinê hebin wê ev pirs û lêgerîna bersiva vê pirsê jî hebe.
Nivîskar Şengul Ogur ku çend roj berê li Nisêbînê hatibû binçavkirin roja 20'ê mehê ew derxistin dadgehê û dadgehê biryara tewqîfkirina wî û hevalên wî da. Niha ew di Girtîgeha Mêrdînê de ye.
Şengul Ogur ku demek dirêj wekî qunciknivîskar di Diyarnameyê de di quncikê xwe yê bi navê "QAQIBO" de nivîsî, di demên dawî de di Azadiya Welat dinivîsand. Em wekî Diyarname girtina wî şermezar dikin û dixwazin ew di demek nêz de bê berdan.
Bi vê wesîleyê em nivîseke kevn a Ogur ku berê di Diyarnameyê de hatibû weşandin careke din pêşkêşî we dikin.
Fermo: