Diyarname
Derhênerê navdar Omer Lutfi Akad ku digel Yilmaz Guney bi gelek kesên din re xebitîbû wefat kir.
Akad di 95 saliya xwe de roja 19'ê vê mehê jiyana xwe ji dest da.
Akad di 2'yê rezbera 1916'an de li Stenbolê hat dinê. Dibistana Sainte Jeanne d'Arc a fransiz, Lîseya Galatasaray, Beşa Maliya ya Dibistana Ticarî û Îktîsadî ya Bilind a Stenbolê xwend. Wî li ser şano û sînemayê nivîs nivîsîn.
Wî, di Sema Film de şêwirmendiya malî û derhêneriya sazkirinê kir. Di sala 1947'an de di fîlmê Seyfi Havaeri de yê bi navê "Damga" de derhênerî kir. Di sala 1948'an de fîlmê "Vurun Kahpeye" kişand û dûre jî dest pê kir ji çîrokên gelêrî fîlm kişand. Akadî belgefîlm kişandin, senaryo nivîsîn û pirtûka biyografiyê "İşikla Karanlik Arasinda" (Di navbera ronahî û tarîtiyê de) nivîsî.
Xelatên wî
1967, Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê, Fîlmê Hudutlar Kanunu: Xelata Duyemîn a Herî Serketî ya Dramayê
1968, Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê, Fîlmê Vesikalik Yarim, Fîlmê Herî Serketî yê Duyemîn.
1974, Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê, Bi fîlmê Dugun, Derhênerê Herî Serketî
Têkiliya wî û ya Yilmaz Guney
Akad bi kesên wekî Ayhan İşik, Tarik Akan, Turkan Şoray, Cuneyt Arkin û gelek kesên din re xebitî. Her wiha bi Yilmaz Guney re jî. Guney di fîlmên "Hudutlar Kanunu" (1966) û "Kizilirmak" (1967) yên Akad de lîst. Akad û Guney senaryoya "Hudutlar Kanunu" bi hev re dinivîsin û ev têkiliya wan her didome. Yilmaz Guney di sala 1970'ê de fîlmê bi navê "Umut" (Hêvi) dinivîse, têde dilîze û dikişîne. Nîşandayîna yekemîn a Umutê li Mis Sokaka Beyogluya Stenbolê li dar dikeve. Piştî fîlm Omer Lutfi Akad diçe Yilmaz Guney hembêz dike û dibêje: "Ev yekemîn fîlmê me yê li ser rasteqîniyê ye."
Fîlmografiya wî
Vurun Kahpeye 1949
Lüküs Hayat 1950
Tahir ile Zühre 1951
Arzu ile Kamber 1951
Kanun Namına 1952
İngiliz Kemal 1952
Altı Ölü Var 1953
Katil 1953
Çalsın Sazlar Oynasın Kızlar 1953
Bulgar Sadık 1954
Vahşi Bir Kız Sevdim 1954
Kardeş Kurşunu 1954
Görünmeyen Adam İstanbul'da 1954
Meçhul Kadın 1955
Kalbimin Şarkısı 1955
Ak altın 1956
Kara Talih 1957
Meyhanecinin Kızı 1957
Zümrüt 1958
Ana Kucağı 1958
Yalnızlar Rıhtımı 1959
Cilalı ibo'nun Çilesi 1959
Yangın Var 1959
Dişi Kurt 1960
Sessiz Harp 1961
Üç Tekerlekli Bisiklet 1962
Tanrı'nın Bağışı Orman 1964
Sırat Köprüsü 1966
Hudutların Kanunu 1966
Kızılırmak Karakoyun 1967
Ana 1967
Kurbanlık Katil 1967
Vesikalı Yarim 1968
Kader Böyle İstedi 1968
Seninle Ölmek İstiyorum 1969 [renkli]
Bir Teselli Ver 1971
Mahşere Kadar 1971
Vahşi Çiçek 1971
Yaralı Kurt 1972
Gökçe Çiçek 1973
Gelin 1973
Düğün 1974
Diyet 1975
Esir Hayat 1974