Stenbol
Rojnameya rojane Gunluk careke din bi cezaya girtinê re rû bi rû ma. Dadgehê vê carê jî meheke cezaya girtinê li rojnameyê birî.
13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ji ber nivîsên di rûpel 8 û 14'an a rojnameyê de ku wekî "îdîaya rêxistinê" nirxand ceza li rojnameya Gunluk^ebarî.
Ji Zanîngeha Toronto akademîsyen û zimanzan Amîr Hassanpour nivîseke lêkolînî bi sernavê "Di pergala ziman a dinyaya pêşdikeve de mafê ziman, dewlet, bazar û teknolojiyên ragihandinê" nivî û ev nivîs jî wekî "propogandaya rêxistinê" hate nirxandin.
Tiştê balkêş ew e ku ev nivîs di sala 2003'yan de di kovara Vesta te hatibû weşandin tu doz lê nehatibû vekirin.


