logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

Kurdistana Başûr ji xortan vala dibe

Heger ev xeber rast be Kurdistana başûr vala dikin… Li gorî Rûdawê nivîsîye, ji bo çûna Ewrûpayê "di du mehên dawî de ji

  • Dîrok: 15/10/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Zinarê Xamo*

Heger ev xeber rast be Kurdistana başûr vala dikin…

Li gorî Rûdawê nivîsîye, ji bo çûna Ewrûpayê "di du mehên dawî de ji parêzgeha Duhokê zêdetirî 11 hezar kesan daxwaza vîzeya Tirkiyê kirine.” Piraniya wan jî xort in.

Ev felaketeke mezin e, valabûna Kurdistanê ye. Di nava du mehan çawa dibe 11-12 hezar xort bixwazin welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin?

Ne rûdaneke normal e, li pişt koçeke hewqasî mezin miheqeq hin hêz hene, pilaneke siyasî heye.

Tiştê bûye sebebê bi hezaran xortên me dixwazin bi çolan kevin çi ye?

Dibêjin sebeb bêkarî ye, lê ez dibêjim ne ev tenê ye, ev wek tiştekî bi organîze xuya dike.

Ez bi xwe ji tirkan şikê dikim, ajan û sîxurên tirk xortan teşwîqî koçberiyê dikin, dixwazin demografiya Kurdistana başûr jî biguherînin.

Geleo Hikumeta Kurdistanê li hemberî vê valakirina Kurdistanê çi dike, çi tedbîr girtine? 

Gelo ewê li valabûna Kurdistanê temaşe bike, bihêle çiqas keç û xort giş Kurdistanê bi cî bihêlin? 

Medyaya başûr zêde qala vê bûyerê nake, lê bi baweriya min hedîse pir mezin e, dibê medya vê yekê minaqaşe bike. Dibê berpirsiyar tiştekî bikin, tedbîrekê bigrin.

XXX

Her roj em dibihîzin tirkan li vir û li wir kurdî qedexe kirine, lewhe û tabeleyên bi kurdî daxistine, piyesa bi kurdî qedexe kirine, agahiyên bi kurdî ji malperên belediyan derxistine.

Reaksiyona me li hemberî van kirinên tirkan tenê gilî û gazin e.

Yek kurd nabêje êdî ezê bi tirkî nenivîsim, ezê nebim nivîskar û şairê tirkî. Ezê bi zarokên xwe ra hew bi tirkî bipeyivim.

Yanî li hemberî van kirinên tirkan tiştê em bikin dibê ne gilî û gazin tenê be, wek ferd, wek civat dibê em jî bersîveke radîkal bidin tirkan.

XXX

Li gorî çavdêriyên min ên medyaya sosyal, jin li gorî mêran li hemberî hev bêtir henûn û dilbirahm in, xwedî tolerans û xêrxwazên hev in. Wek mêran ji hev nadexisin, bela xwe di hev nadin, dilê hev nahêlin, zû hol nabin, zû peyva dawî ji hev ra nabêjin, ji hev hez dikin, şerm nakin pesnê hev didin.

Ez tim dibêjim, xwezî em mêr jî wek jinan dilxwaz û xêrxwazê hev bûna, xwezî me jî bi qasî jinan ji jev hez bikira. Xwezî em jî bi qasî jinan bînfire, xulqfire, nazik û kibar bûna.

Aqûbet awan li serê me be…

14.10.2020, ji bloga wî "Hindik-Rindik" hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

ad

Muzeyek, pêre dîroka bi hezaran salan têkçû

ad

Komxebata Ziman û Perwerdehiyê dest pê kir

ad

Li Batmanê ji bo 7 berendamtiyê pêşhilbijartin pêk hat

ad

Ma bî 7.8 mîlyar tenî

ad

Li Misrê komkujî, BDP û KCD'ê êrîş şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname