Batman
BDP'ê diyar kiribû ku dê li 11 bajaran pêşhilbijartinê pêk bîne û li gor wê berendamên mebûsiyê diyar bike. Gava yekemîn li Batmanê hat avêtin.
Li Batmanê, mebûsên BDP'ê yên Batmanê Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz û kesên wekî Hifzullah Alîoglu, M. Racî Bîlîcî, Nasir Erdem, Osman Ergîn û Saadet Becerikli ji bo pêşberendamtiyê navên wan di lîsteyê de ye.
Li avahiya BDP'ê sindoq hatin danîn û hezar û 553 kesî deng bikar anî. Piştî jimartina dengan kî çiqas deng girtibin dê bê eşkerekirin û yên ku zêde deng girtibin ji bo wekî berendamê/a mebûsiyê bê nîşandayîn dê navê wan ragihînin Komîsyona Mebûsên Serbixwe ya BDP'ê.