Diyarname
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî W bi hejmara xwe ya 20’an derket pêşberî xwendevanên xwe.
W’yê di hejmara xwe ya gulan-pûşperê de dosyayeke li ser jiyana koçeriyê amade kiriye. Wênekêş Selmet Guler ku bi hunera xwe ya fotografkêşiyê çend sal di nava koçeran de xebata dokumenterî meşandiye, niha wê xebata xwe di W’yê di dosyaya bi navê “Di Wênekêşiya Dokumanter de JIYANA KOÇERIYÊ” de pêşkêş dike. Her wiha digel dîmenan, nivîsên li ser “Jiyana Koçeran”, “Jinên Koçer”, “Têkçûna Xeyalan” jî di kovarê de hatine weşandin.
Di kovarê de Dilxwaz HERDEM bi lêkolîna xwe ya bi navê “Di wêjeya osmanî de kurdekî serhişk: Nef’î” Fewzî BÎLGE bi pexşana xwe ya bi çêj ya bi navê “Mêrdîn bi şev stêrk in” Arjen ARÎ bi çîroka xwe ya “Qelî… û serê çivîkan, Receb DILDAR bi “Refa şîn” Feratê DENGIZÎ bi “Çemê Stewrê û Zelxo”, Behlûl ZELAL bi “Mohra mirinê”, Ronî War bi “Xem”ê di kovarê de cih girtiye.
Her wiha nivîs û helbestên Reyhan SARHAN, Halîl, Amed Çeko JIYAN, Ferzan ŞÊR, Selahattîn ÇAM, Tewfîk YAŞLI, Kamran S. HEDILÎ, Rizoyê XERZÎ, Îlhamî OZER, Nesrîn NAVDAR, Sîpan XIZAN, Abdulkadir BÎNGOL, Evdirehman UMER keda xwe pêşkêşî kovarê kirine.
Di kovara ku Azad Zal û Enise Şirin bi hunermend Aslîka Qadir re hevpeyvîn kiriye de, wergerên nivîsên Oscar WILDE, Ernest HEMINGWAY û Doris LESSING jî hatine weşandin.
Kovarê berhemên ku di Pêşbaziya Feqî Huseyîn Sagniç a ku ji aliyê TZPKurdî ve hatibû amadekirin de bi ser ketibûn jî weşandine.


