Diyarname / Mêrsîn
Helbestvan, muzîkar û şanoger Hekîm Sefkan li Mêrsînê derket pêşberî hezkiriyên xwe û helbestên xwe pêşkêş kir.
Di çalakiya hunerî ya ku Şaredariya Akdenîza Mêrsînê li dar xist de mêvan helbestvan, muzîkar û şanoger Hekîm Sefkan bû. Nivîskarê malpera me Hekîm Sefkan helbestên xwe pêşkêşî temaşevanan kir, coşa helbestê xwe li temaşevanan pêça. Bi heyecana Sefkan û bi coşa temaşevanan çalakî bi coş derbas bû. Piştî bi dawîbûna xwendina helbestan temaşevanan bi deqeyan ji bo Sefkan li çepikan da.
Bi dawî bûra bernameyê re şaredarî plaketek sipasiyê da Sefkan.
Piştî bernameya li salona Şaredariya Akdenîzê, Sefkan çû serdana Konê Çareseriyê. Li konê jî ew bi heman coşê hat pêşbazî kirin.