Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Stenbolê deriyên xwe vedike. Li fûarê dê nivîskarên kurd jî pirtûkên xwe îmze bikin. Me lîsteya wan amade kir.
39’emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera 3-11’ê mehê de li dar dikeve. Di fûarê de bi dehan çalakî, gotûbêj hene. Bi sedan weşanxane û saziyên sivîl standan vedikin. Di nav de tenê sê weşanxaneyên kurdan Nûbihar, Sîtav û Pirtûka Kurdî/Dara hene ku tiştek girîng e xwendevan xwedî li wan derên. Ligel van Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî standê vedike.
Di fûarê de bi hezaran nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Di nav van de hin nivîskarên kurd jî hene ku ew jî dê li benda xwendevanên xwe bin. Me lîsteya wan amade kir.
NÛBIHAR:
Nivîskarên ku li standa Weşanxaneya Nûbiharê dê pirtûkan îmze bikin ev in:
- Dagistan Karakoç / 04.12.2022.
- Zahir Kayan, Mem Med, Muhyittin Zinar, Dagistan Karakoç, Îbrahîm Şahin / 10.12.2022
- Zahir Kayan, Mem Med, Alişan Akpinar, Îbrahîm Şahin / 11.12.2022
SÎTAV:
Nivîskarên ku li Weşanxaneya Sîtavê dê pirtûkên xwe îmze bikin ev in:
- Nezir Ocek, Mehmet Oncu, Silêman Feqiyanî û Qahir Bateyî navbera 3-11’ê mehê dê li fûarê bin.
- İbrahim Sungur / 3 û 4.11.2022
- Loqman Polat / 8.12.2022
- Dr. Erdal Sipan / 10.12.2022
- Îbrahîm Petek / 10 û 11.12.2022
- Besîm Baykal / rojên navbera 4 û 11’ê mehê dê li fûarê be.
- Guljîn Kaya / 10 û 11.122022
Ew dê di saetên navbera 11.00 - 18,00’an de li standê bin.
PIRTÛKA KURDÎ/DARA
Li standa Pirtûka Kurdî du nivîskanên Weşanxaneya Dara dê li standê pirtûkên xwe îmze bikin.
- Receb Dildar / 04.12.2022, Saet 13.00
- Mikail Aslan / 10.12.2022, Saet 13.00
- Necat Zivingî / 11.12.2022, Saet 13.00
WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ev nivîskar dê cih bigirin:
- Îsmaîl Beşîkçî / Di rojên fûarê de dê li Standê be.
- Îbrahîm Kureken / 03.12.2022, Saet 13,00-18.00
- Celal Temel / 04 û 05.12.2022, Saet 13,00-18.00
PIRTÛKÊN DEMÎRTAŞ
Li aliyê din Hevserokê berê yê HDP'ê, siyasetmedar û nivîskar Selahattin Demîrtaş jî bi pirtûkên xwe dê li fûarê be. Weşanxaneya Dîpnot ku pirtûkên Demirtaş çap kiribûn, roja îmzeyê li dar dixe. Hin nivîskar li ser navê Demirtaş ê girtî dê pirtûkan îmze bikin. Anil Mert Ozsoy, Ayşegul Devecioglu, Behçet Çelik, Figen Şakaci, Hatice Meryem, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Nurhan Suerdem, Yavuz Ekinci û Yigit Bener dê pirtûkên Demirtaş îmze bikin. Roja îmzeyê 4’ê mehê saet 2, no 243 de, saet 14.00’an de ye.
Di fûara 2015'an, ji roja îmzeya Selahattin Demîrtaş. (Foto Cemil Oguz)
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûara Pirtûkan, weşanxaneyên kurdî yên beşdar dibin û nabin diyar bûn
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê tê