Diyarname
2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê TUYAP bi merasimekê vebû. Fûara ku hemû weşanxaneyên kurd beşdar dibin heta 22'yê gulanê dê vekirî be.
Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin bi merasimekê hate vekirin. Di merasimê de Wezîrê Çandê Mehdi Eker, mebûsê AKP'ê Kutbettin Arzu, Valiyê Amedê Mustafa Toprak, Wekîla Şaredarê Bajarê mezin ê Amedê Hafize İpek, mebûsê berê yê CHP'ê Ercan Karakaş, gelek nivîskar beşdar bûn. Di merasima vekirinê de Serokê Weşangerên Tirkiyeyê Metin Celal axivî, got ku niha 67 weşanger û nivîskar di girtîgehê de ne û got ku ew fûarê diyarî rojnameger û nivîskarên girtî dike.
Wekîla Şaredar Îpek jî bal kişand ser wergerên kurdî, tirkî û got ku belê ziman bira ne, belê ziman her dem nîşaneya dostaniya qedîm in, biratiya zimanan melhemê birînên mezin e.
***
Nûçeya eleqedar:
- Çîroknûs Sîdar jîr vê carê “Dozdeh Çirk” derxist
- Fûara Pirtûkan a Amedê deriyê xwe vedike


